Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îdris Baluken bi 16 Sal Û 11 Mehên Zîndankirinê Tê Ceza Kirin


Îdris Baluken
Îdris Baluken

Dadgeha 8an ya Cezayên Giran li Amedê roja Pêncşemê cezayê 16 sal û 11 mehên zîndankirinê bi sûcê "endametiya rêxistinek terorist" weke ceza dan Îdrîs Baluken parlamenterê HDPê.

Piştî 14 mehên girtinê Baluken li dadgeha 8an ya Diyarbakir "Amed"ê bû. Dadgehê biryar 16 salên cezayê girtinê li wî birîn, Baluken Mijdara 2016an bi tawana dest ligel rêxistina terorê heye hatbû girtin, lê kanûna duyan ya sala 2017 an serbest hat berdan, piştî mehekê car din hat girtin.

Dewleta Tirk tawanên xistine bal Baluken û hevlaên wî yên din yên partiya HDP'ê, ewin ku, Tirkiye îdia dike wan têkilî bi PKK re hebin ya ku zêdetirî 30 slane ligel Tirkiyê di şer daye.

Girtina endam û parlamenterên HDPê li Tirkiyê ji wana hevserokên Partiyê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksedag, ji aliyê civaka navnetwî hatin şermezar kirin.

Ceza kirina Îdrîs Baluken bo sedema nerazîbûna endam û aligirên HDP'ê, herwiha weke reaksyona pêşîn ji aliyê Biryadera Parlamena Ewrupa ya pirsên girêdayî Tirkiyê Kati Piri derket, Kati di twîteke xwe de got"Dadghea Tirkiyê Îro Parlamenterê HDP Idrîs Baluken bi 16 slaên zîndankirinê ceza kir, ev cezayek wêrankar û berdewamiya bêdeng kirina dengên rikabere".

Kati Piri twît derbarê Îdris Baluken
Kati Piri twît derbarê Îdris Baluken

Ji hejî bîrxistinê ye ku Îdrîs Baluken cih di hewildanên aştiya di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de girt bû, çend caran tevî şandekê li Îmralî dîdar li gel rêberê PKK'ê Abdula Ocalan encam dabûn.

XS
SM
MD
LG