Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Îraqî ji Balyozxaneya Amerîkî bi Tevahî Vekişîn


Karbidestên Amerîkî ragihand xwepêşanderên Îraqî îro ji derdora balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda vekişîn.

"Hemî xwenîşander ji qada li pêş balyozxaneya Amerîkî vekişîn û ji Herêma Kesk derketin. Avahîya balyozxane niha bi temamî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatiye dorpêç kirin û tê parastin,”Fermandarîya Hevbeş ya Operasyonê ya Amerîkî ragihand.

Demeke zûtir ya îro Çarşemê hêzên ewlekarî yên Amerîkî gazên îsotê avêtoibûn ser xwepêşanderan. Fermandarîya Hevbeş ya Operasyonê da zanîn ku xwepêşanderan derîyên odeya resepsîyonê şewitandibûn û şikandibûn.

Xwepêşanderên Îraqî roja Sêşemê dest bi xwepêşandanan kiribûn ku êrîşên esmanî yên Amerîkî protesto bikin ku 25 çekdarên Şîa kuştibûn û 55’ên din jî birîndar kiribûn.

XS
SM
MD
LG