Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmarka û Norwec Balyozxaneyên Xwe yên li Kabulê Digirin


Danîmarka û Norwec balyozxaneyên xwe yên li Kabulê digirin û jiber rewişa xirab ya ewlekarîya Afganistanê karmendên xwe yên li wî welatî vedikişînin.

Wezîrê Derve yê Danîmarka Jeppe Kofod ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew balyozxaneya xwe ya li Kabulê bi awayekî demkî digirin.

Kofod da zanîn ku ew bo vekişandina karmendên li Afganistanê bi Norwecê re hevkarîyê dikin.

Wezîrê Derve yê Norwecê Ine Soreide jî da zanîn ku ew balyozxaneya xwe ya li Kabulê digirin, dîplomatên xwe û xebatkarên xwe yên herêmî û nasên wan vedikişînin.

Wezîra Derve ya Fînlandê Pekka Haavisto jî da zanîn ku ew dê bo vekişandina 130 Afganan, ku kesên bo welatê wan, Yekîtîya Ewrupa (YE) û NATO xebitîne û nasên wan in, firînekê li dar xin.

Balyozxaneya Fînlandê ya Kabulê dê bo demekê vekirî bimîne.

XS
SM
MD
LG