Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon Daxwaza Azad Kirina Girtîyên Sîyasî li Burma Dike


Ban Ki-moon Daxwaza Azad Kirina Girtîyên Sîyasî li Burma Dike
Ban Ki-moon Daxwaza Azad Kirina Girtîyên Sîyasî li Burma Dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon bang li Burmayê dike ku girtîyên sîyasî azad bike, berî yekemîn hilbijartinên nav 20 salan.

Birêz Ban, li Hanoi ya paytaxta Vietnamê ji rojnamevan re peyîvî. Wî got, jibo Burmayeke demokratîk û pêbawer, hîn jî ne pir dereng e. Burma hazirî dike ku di 7’ê meha 11 Mijdarê de hilbijartinan pêk bîne.

Wezîrê Derve yê Burma Nyan Win gotê hevtayên xwe yên herêmî, îhtîmal e rêbera opozîsyonê Aung San Suu Kyi piştî hilbijartinan bête azad kirin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîka P.J Crowley jî bersîva Burma da û rejîma leşkerî ya Burma tawanbar kir, bi hilekarîyên tirsonek di hilbijartinan de.

XS
SM
MD
LG