Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Kî-moon Gotinên Rêberên Îranê Şermezar Dike


Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon bi tundî rêberê bilind û serokê Îranê rexne kir jiber gotarên wan yên li dijî Îsraîlê.

Di beyannamekê de Sekretêrê Giştî ragihand ku divê hemû rêberên herêmê bizavê bikin jibo kêmkirina aloziyan, ne jibo zêdekirina wan.

Di gotarekê de roja Înî li zanîngeha Tehranê , Serokê Îranî Mehmûd Ahmedînejad got ku di rojhilata Navîn a nû de cihê Amerîka û Îsraîlê namîne.

Herwiha medyaya Îranê li ser zimanê rêberê bilind yê Îranê Alî Xameneyî radigihîne ku rojek dihêt ku Îsraîl namîne û welatê Felestîniyan ava dibe.
XS
SM
MD
LG