Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-moon: Rewşa Sûrîyê Pir Xirab e


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon bang li her du alîyên li Sûrîyê kir ku şerê xwe rawestînin.

Ban Ki-moon rewşa ku Sûrîyê wekî rewşeke pir xirab binav dike.

Birêz Ban Ki-moon ev banga xwe îro Çarşemê li Kuweytê kir ku ajansa mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî hewil dide ku jibo penaberên Sûrî 1.5 mîlar dolar alîkarî ji wî welatî kom bike.

Her yek ji Kuweyt û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî soz dan ku 300 mîlyon dolar alîkarîya mirovahî ji Sûrîyê re bikin.

Konferansa yek roj piştî ku nûnerê taybet yê Sûrîyê Lexder Brahîmî banga kiryarê ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re kiribû.

Brahîmî hişyarî dabû ku Sûrîye ber bi perçebûnê vi dihere.

Bi kêmî ve 60.000 kes ji Adar'a 2011'ê anku destpêbûna serhildana dijî Serok Beşar Esed de, li Sûrîyê hatine kuştin û bi sed hezaran kesên din jî xwe spartin welatên cîran.
XS
SM
MD
LG