Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hekem Xelo: Bandora Rejîmê Ser Hilbijartin û Herêmê Tune


Hilbijartina Bajarvanan li Qamişlo, 2015
Hilbijartina Bajarvanan li Qamişlo, 2015

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz ya Kantona Cizîrê Hekem Xelo, di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku ewê roja Înê, ‘’li ser bingeha rêvebirîya xweser hilbijratina sîstema federal’’ li dar xînin.

Hekem Xelo da zanîn ku di hilbijartina roja Înê de, ewê hevserokên komînan werin hilbijartin û li dû wê, bi du hilbijartinên heta 19’ê Rêbendana 2018’an dê hemî nûneran sîstema federal hilbijêrin.

‘’Di siyaseta me de tunekirin tune. Ereb û Suryanên li herêmê jî komîn çêkirine. Sîstema ku me ava kiriye rengîn û zengîn e. Em Kurd pêşeng in, lê em şovenîzmê nakin û li herêmê aştî û aramî dixwazin’’ Hekîm Xelo got.

Hekem Xelo dîyar kir ku her çiqas li Qamişlo û Hesekê leşkerên rejîma Sûrîyê hene jî ti bandora wan li ser herêm û hilbijartinê çênabe.

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz ya Kantona Cizîrê, derbarê referanduma Herêma Kurdistanê jî got ku ‘’heqekî pîroz e û em piştgirîyê didin’’

Hekem Xelo bi berdewamî dîyar kir ku divê ‘’serkeftinên başûr û rojava hevdu temam bikin’’ û her du alî di alîyê dîplomatîk, aborî û leşkerî de alîkarîya hevdu bikin.

Hekem Xelo û Hilbijartinên Rojava û Bakurê Sûrîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:18:39 0:00

XS
SM
MD
LG