Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelê Bajarê Bane Kuştina Kolberên Kurd Şermezar Dike


Bajarê Bane, Herêma Kurdan li Îranê
Bajarê Bane, Herêma Kurdan li Îranê

Piştî du Kolberên Kurd yên xelkê bajarê Bane, ji aliyê hêzên Îranê ve li herêma Bane hatîn kuştin, girseya gel ya bajarî dewlet şermezar kir û meşên protestoyî encam dan.

Xwepêşandan û protestyên xelkê Bane bûn sedema derketina aloziyan, polîs bi gulleyên pilastîkî êrşî ser girseya gel kirin, gel jî dokan û bazarên bajar çol kirin, di encama pevçûnên de, çend kes ji aliyê polîsan ve hatin birîndar kirin.

Sûma Sefarî nûçgihana ajansa Mukriyan li bajarê Bane bo Dengê Amerîka da eşkere kirin ku, piştî doh roja Duşemê 2 Kolber ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin kuştin, malbatên kuştiyan û hejmarek ji xelkê bajêr li hember saziyên hikûmetê li bajarê Bane nerazîbûn nîşan dan, gel dokan û bazarên xwe girtin û kuştina kolberan şermezar kirin.

Sefarî herwiha dibêje, polîsê bajêr êrîşî gel kirin û bi gulleyên pilastîkî 10 kes birîndar bûne, Sefarî dîsan got, saziyên dewletê bersivek neda nerazîbûnên gel, dawiyê nûnerê Seqiz û Bane yê Parlamena Îranê bi riya telegiramê daxwaz ji gel kirîye kû rewşa ewlekariyê biparêzin û dawiyê li xwepêşandanê bînin.

Xwepêşandanên Bajarê Bane
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:15 0:00

Ji hejî bîrxistinê ye ku, çalakvanan ji ciyê bûyerê hejmarek wêne û girteyên vîdeoyê şandin.

Xwepêşandana Xelkê Bane
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:36 0:00

XS
SM
MD
LG