Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Serdana Modi li Bangladeşê Tundîtûjî Belav Dibe


Li Bangladeş xwepêşandan dijî serdana Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, 27 Adar 2021.
Li Bangladeş xwepêşandan dijî serdana Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, 27 Adar 2021.

Ajansa reuters îro Yekşemê ji zarê polîs û rojnamevanek herêmî ragihand ku bi sedan endamên komek îslamî êrîşê perestgehên Hindû û trenek li rojhilatê Bangladeşê, kirine.

Karbidestekî polîsan got ku endamên koma Hefazat-e-Îslam êrîşî trenek li herêma Brahmanbaria kirin û di encamê de deh kes birîndar bûne.

Li seranserê Bangladeşê piştî serdana Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi bûyerên tundûtûjî belav bûne.

Modi roja Înîyê gihîşt paytext Dakka da ku salvegera 50'ê ya netewebûna Bangladeş pîroz bike.

Vê Şemîyê 1.2 mîlyon vaksînên COVID-19 diyarîyê Serokwezîr Şêx Hasîna kir û vegerya welatê xwe.

Komên Îslamîst Modî bi cûdakarîya dijî misilmanên li Hindistana ku piranî Hindu ne, tawanbar dikin.

Roja Înîyê, li paytext Dakka serdana Modî bi meşekî girseyî hate şermezaer kirin ku bi dehan kes di pevçunên bi polîsan re birîndar bûn.

Bi hezaran aktîvîstên Îslamîst îro carekî din li seranserê Bangladeşê daketin kolanan.

Rojnamevan Cavîd Rehîm, ji Brahmanbaria ji Reutersê ser telefonê ragihand ku gelek nivîsgehên hikûmetê, nivîsgeha erd û akademîyek muzîkê hatine şewitandin û gelek perestgehên Hîndû jî hatine êrîş kirin.rastî êrîşan hatine.

"Em di nav tirsek mezin de ne û rastî bêçare ne, heta kluba çapemenîyê hat êrîş kirin, gelek birîndar hene, serokê klûba çapemenîyê jî di nav de," Rehîm got.

Hevdem, çalakvanên Îslamî Yekşemê du otobus li taxa herema Rajshahi şewitandin û li gelek cihan bi sedan xwepêşander, bi polîsan re ketin nava pevçûnê. Koma Hefazat-e-Îslam bo tevlî bûna greveke seranserê welêt ya îro bang kiribû.


XS
SM
MD
LG