Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurê Şêx Hasîna Dibêje Wê Dîya Wî Dema Hilbijartinan Vegere Bangladeşê


Kurê Serokwezîra berê ya Bangladeşê Şêx Hasîna ragihand ku ewê diya wî dema hilbijartinan vegere welêt, lê hîn ne zelal e ewê beşdarîyê li hilbijartinan bike yan ne.

Şêx Hasîna piştî protestoyên çend hefteyan li wê zor kirin ku ew karvekişîna xwe ragihîne roja Duşemê revîya Hindistan ya cîrana Bangladeşê.

Do Pêncşemê, hikûmeta demkî ya bi rêberîya Mihemed Yunus yê bi Xelata Aştîyê ya Nobelê sond xwar û dest bi kar kir ku ewê di demên pêş de hilbijartinan li dar xe.

Sajeeb Wazed Joy, kurê Şêx Hasîna yê li Amerîka, ji Rojnameya Times of India re got ku dîya wî niha li Hindistanê ye û gava hikûmeta demkî biryara hilbijartinan bide ewê vegere Bangladeşê.

Joy eşkere nekir ku ewê Şêx Hasîna beşdarîyê li hilbijartinan bike yan ne, lê got ku dîya wî wê piştî serokwezîrîya xwe dawî karkenar bûbûya.

Sajeeb Wazed Joy
Sajeeb Wazed Joy

‘’A min ti carî hêrsa min ya sîyasî çênebû û ez li Amerîka bi cîh bûm. Lê bûyerên dawî yên li Bangladaşê nîşan didin ku li welêt valahîyeke rêberîyê heye. Jibo rindîya partîyê ez mecbûr im ku aktîf bim û ez niha li rêzên pêşî me.’’

Partîya Şêx Hasîna, Awami League di wê hikûmeta demkî de cîh nagire ku ew piştî wan protestoyan, ku di encamê de 300 kes hatibûn kuştin, hatibû ava kirin.

Şêx Hasîna li herêma New Delhi li maleke ewle dimîne.

Medyaya Hindistanê ragihand ku Şêx Hasîna plan dike ku bibe penaber li Brîtanya, lê Wezareta Navxweyî ya Brîtanya şirovekirina ser vê mijarê red kir.

Wezîre Derve yê Hindistanê do Pêncşemê dîyar kir ku ew bi hevtayê xwe yê Bangladeşî re axifîye, lê ti hûrgilî neda.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG