Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Bûyera Trafîkê de li Bangladeş 19 Kes Mirin


Bangladeş bûyera trafîkê
Bangladeş bûyera trafîkê

Li Bangladeşê roja Yekşemê herî kêm 19 kes mirin û 12 kes jî giran birîndar bûn, piştî ku otobusek li rêya giştî (otobanê) qelibî û li aliyê cadê ketibû di xendeqeke kûr de, weke polîsan ragihandî.

Polîs di wê baweriyê de ye ku ajokarê otobusê saet di 08:00ê (0200 GMT)sibêde li gor wextê herêmî kontrol ji dest da û otobusê kete di çaleke nêzî 10 metreyan kûr de.

Piştî bûyerê, ku li herêma Şebçarê -Shibchar, ya li (başûr) pêk hatî, berpirsê polîsê herêmî Mesûd Alam daxuyanî da ajansa Frans Press (AFP) û got ku birînda hatine şandin bo nexweşxaneya Dhaka ya paytext: "Di bûyera trafîkê de 19 kes mirin, û birîndar rakirin nexweşxaneyên herêmê."

Qezayên trafîkê bi giştî li Bangladeşê ji ber otomobîl, rêyên kevin, çavdêriya nebaş, û ajokarên ku baş nehatine rahêna kirin û ne şareza, diqewimin.

Li gorî Çavdêriya Bûyerên trafîkê li ser rêyan par li Bangladeşê di qezayên rê de 9 hezar û 951 kes mirin.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG