Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Cîhanî ji Bo Nûjenkirina Sîstema Darayî 100 Milyon Dolar Alîkarî Dide Sûrîyê

Banka Cîhanî alîkarîyeke darayî ya 100 milyon dolarî ya Sazîya Geşepêdana Navneteweyî (IDA) ji bo Sûrîyê pejirand.

Armanca vê alîkarîyê ew e ku li Sûrîyê bingehên sîstemeke darayî, ewledar û dîjîtal a nûjen werin avakirin.

Di daxuyanîyeke îro Înê de, Banka Cîhanî ragihand ku "Projeya Nûjenkirina Sektora Darayî ya Sûrîyê" dê piştgirîyê bide karsazîyên ku daxwaz dikin karûbarên aborî ewledar, bilez û zelal bikin.

Banka Cîhanî diyar kir ku bi vê projeyê, dê salane herî kêm 15 milyon karûbarên pereyî bi rêya elektronîk werin kirin. Ev proje dê alîkarîya 500,000 kes û karsazîyan werin kirin, ku di nav wan de 150,000 jin jî hene, da ku sîstema şandina pereyan a dîjîtal bi kar bînin.

Di dema şerê navxweyî de û di bin rejîma Beşar Esed de, bankên Sûrîyê ji sîstema darayî ya cîhanê hatibûn qutkirin.

Banka Cîhanî da zanîn ku ev proje dê ewlekarîya bankan xurt bike û rê li ber şûştina pereyan û fînansekirina terorê bigire.

This item is part of
XS
SM
MD
LG