Li Tirkîyê 16 baroyên bajarên Kurdan îro Çarşemê bi daxuyanîyekî nivîskî qanûna çarçoveyî ya nû pejirandî piştgirîya bi şert dîyar kir, ya ku wê jibo hilweşandin û bêçekkirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bingeheke hiqûqî ava bike.
Di daxuyanîyek hevbeş de, baroyan qanûna çarçoveyî wek derfetek dîrokî" bi nav kir, lê daxwaza reformên berfirehtir ên qanûnî û demokratîk kirin.
Wan dîyar kir ku ev qanûn ber bi bidawîkirina pevçûna çekdarî ya nêzîkî nîv sedsalê gavek girîng a yekem e, ya ku bûye sedema mirina bi deh hezaran kesan, koçberbûna bi darê zorê, travmaya kûr ya civakî û windahîyên aborî yên girîng.
"Eşkere ye ku aştîya mayînde tenê bi rêziknameyên qanûna cezayî nayê bidestxistin. Divê pêvajo li ser bingeha serdestîya hiqûqê, zelalbûn, dadmendîya civakî û demokratîkbûnê, xurtkirina maf û azadîyên bingehîn û piştgirîya bi beşdarîya hemû beşên civakê, pêş bikeve," daxuyanîyê got.
16 rexistinên parêzaran, tevî ku di prensîbê de piştgirîya qanûnê dîyar kirin jî, gotin ku divê maf û azadîyên bingehîn werin xurtkirin û pêvajo divê hemû beşên civakê bigre nava xwe.
Wan her wiha hişyarî da ku hin xalên qanûnê dikarin di dema bicîhanînê de nêzîkatîyên cuda derxînin holê.
Baroyan xwest ku çarçoveya qanûnê were zelalkirin û ji bo misogerkirina merîyeta wekhev û pêşbînîkirî, divê pîvanên objektîf werin pênasekirin.
Daxuyanî ji hêla baroyên Amed, Semsûr, Agirî, Elîh, Çewlik, Bitlîs, Dêrsim, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê ve hat îmzakirin.
Qanûna Çarçoveyî, ku bi fermî wek "Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" tê binavkirin, di 10'ê Tebaxê de ji hêla Parlemana Tirkîyê ve hate qebûlkirin û ji bo pejirandinê îro Çarşemê ji serokê welat Recep Tayyîp Erdogan re hatîye pêşkêşkirin.