Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî û Ahmet Davutoglu Kom Bûn


Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu, roja Sêşemê danê êvarê li Enqerê kom bûn.

Di hevdîtina ku qasî 2 demjimêran dom kir de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî û Wezîrê Derametên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî jî amade bûn.

Jêderên dîplomatî yên Tirkîyê piştî hevdîtinê ragihandin, bi berfirehî helwesta Tirkîyê ya derbarê Bakurê Sûrîyê anku herêma Kurdan û bendewarîya wan ji Rêvebirîya Herêma Kurdistanê hatîye gotûbêj kirin.

Her du alîyan jî li ser geşedanên dawî hêvî, guman û nêrînên xwe yên hevpar parve kirin ku Serokwezîr Barzanî dîyar kir, ew li dijî parçebûna Sûrîyê ne û piştgirê Sûrîyeke nû ya demokratîk in.

Di kombûna Barzanî û Davutoglu de, amadekarîyên Kongreya Netewî ya Kurdistanê jî hate rojevê ku heyeta Tirkîyê hate agahdar kirin.

Hate ragihandin hevdîtina her du alîyan pir sûdewar derbaz bûye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG