Hevjîn û dêya serokên Amerîka yên berê George H. W. Bush û George W. Bush, Barbara Pierce Bush jîyana xwe ji dest da.
Ofîsa Serokê Berê yê Amerîka George H. W. Bush ser koçkirina ‘’Xanima Yekê’’ ya berê daxuyanîyek weşand.
Di daxuyanîya nivîskî de hat gotin ku Barbara Bush, di 92 salîya xwe de li mala xwe ya li Houstonê jîyana xwe ji dest daye.
Barbara Bush, ew demek e li nexweşxaneyê dime û jiber ku êdî maytekirina tibî têrê nedikir, du rojên berê derbazî mala xwe bûbû.
Barbara Pierece li New Yorkê ji dayik bû û zaroktîya wê li wî bajarî derbaz bû. Barbara Pierce di sala 1945’an de bi George Helbert Walker Bush re, ku piştre bû serokê CIA û Amerîka, zewicî.
Barbara Bush, di dîroka Amerîka de piştî Abigail Adams (1825), bû xanima duyê ya ku hem hevjîn hem jî kurê wê bû serokê Amerîka.
Barbara Bush, ku dayika 6 zarokan bû, hemî zarokên xwe li eyaleta Teksasê mezin kirin. Keça Barbara û George Bush, Robin jiber penceşêra xwînê di zaroktîya xwe de jîyana xwe ji dest da.
Barbara Bush, bi qasî 30 sal di nav siyasetê de cîh girt. Li Teksasê bi salan wek xêrxwazeke Neteweyên Yekbûyî (NY) xizmet kir.
Barbara Bush, bi têkoşîna bo mafên jinan jî dihat nas kirin.