Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fîlmên ‘Barbie’ û ‘Oppenheimer’ Serdema Zêrîn ya Hollywood Vedegerînin


Film-

Ji dema ku fîlmên Barbie û Oppenheimer di van rojên dawî de daketine salonên sînemay li seranserê cîhanî, ew bi serkeftinek mezin ketine rêza herî pêş di warê firotina bilêtan. Rengevdana herdu fîlman li ser tora medya civakî û di nav rexnegir û çavdêran de roj bi roj zêdetir dibe.

Fîlmê Barbie yê derhînera Amerîkî Greta Gerwig û filmê Oppenheimer yê derhênerê Birîtanî-Amerîkî Christopher Nolan, ji dema ku ew daketine bazarê vir ve geşepêdaneke mezin dan salonên sînemayê.

Serkeftina wan sînorê texmînan derbaz kiriye û hîn jî tê çaverêkirin ku ew bêtir serbikevin. Çavdêrên sînemayê dibêjin ku ji demek zû ve tiştekî wisa di bazara sînema ya Hollywoodê çênebûye.

Qezenca her du filiman di dawiya hefteyê de li salonên Amerîka û Kenadayê gihişt 300 milyon dolaran. Qezenca filmê Barbie ku ji berhemên kompanîya Warner Bros e, gihişt $162 million. Ev jî baştirîn berhema vê salê ye. Qezencên fîlmê Oppenheimer ku ji berhemînana kompanîya Universal e, gihiştî 82.4 mîlyon dolaran.

Ev serkeftin hezkerên Hollywood û salonên sînemayê matmayî kirine, bi taybet di qonaxa piştî nexweşîya COVID-19.

Van her du fîlman ne tenê li Amerîka û Keneda bal kişandine û serkeftinan bi dest dixin, lê li sernaserê cîhanê jî ketine rêza yekê di salonên sînema de. Li hin welatan wek Hindistanê fîlmê Oppenheimer li pêş filmê Barbie bû.

Li gor lêkolînên kompanîya PostTrak ya çavdêrîya fîlman, 65% ji temaşevanên fîlmê Barbie heta niha jin bûne û ji wan jî rêjeya 40% ji wan jî di bin temenê 25 salî de bûne.

Jeff Goldstein, serokê beşa bazirganîya hindurîn yê kompanîya Warner Bros, kêfxweşîya jibo vê serkeftinê nîşan da û got ku ev demeke şadîyê ye ji cîhanê re. Wî herwiha da zanîn ku wê ev serkeftin di dîrokê de mayînde be.

Di hema demê de piranîya temaşevanên fîlmê Oppenheimer mêr bûn ku rêjeya wan 62% bû û ji wan jî rêjeya 63% ji 25 salî mezintir bûn.

Her du fîlman bala rexnevanên bazara sînemayê jî kişandin ku li gor malpera Rotten Tomatoes ya navdar, nirxandina wan ji 90 heta 94 ji sedî bû.

Li ser toreyên medya civakî, dîmenên Barbie û rengê Pemba bi girseyî belav bûne, wek sembolekê ji vê lîstoka ku di bala piraniya zarokên cîhanê de cih girtiye.


Bilêtên filmê Oppenheimer di 4 serê sibê de tên firotin û xelk riyên dûr derbaz dikin da ku li vî fîlmê temaşa bikin. Vê coş û kelecana mezin şopîner û bazirganên sînema matamayî kiriye.

Çîroka Her du filman çi ye?

Fîlm Barbie li ser pêlîstoka bi navê Barbie ya ku ji aliyê karsaza Amerîkî Ruth Handler di sala 1959 de hatibû afirandin, ev pêlîstoka keç ya por zer ku bi çîrokên piraniya zarokên keç ve li sernaserê cîhanê ve girêdayî ye. Derhînera film Greta Gerwig xwest ku bi awayekî sînemayî roniyê bide ser vê pêlîstokê, ku ew li jiyana xwe ya rastîn de digere, piştî ku ew ji Barbieland tê qewitandin û dikeve gereke hestyar û dramatîk ku ew xwe nas bike.

Filmê Oppenheimer jî li ser fîzîkzan J. Robert Oppenheimer ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, Korgeneral Leslie Groves Jr., Oppenheimer destnîşan dike ku li ser Projeya Manhattanê ya herî veşartî bixebite. Oppenheimer û tîmeke zana bi salan ji bo pêşxistin û dîzaynkirina bombeya atomê derbas dikin. Xebata wan di 16ê tîrmeha 1945an de encam dide, dema ku yekem teqîna navokî ya cîhanê dîtin, ku rêça dîrokê ta roja îro guhert.


Filmê Barbie - 2023
Derhêner: Greta Gerwig
Berhemdan: Warne Bros
Lîstekvan: Margot Robbie, Ryan Gosling, Greta Gerwig, Will Ferrell, Emma Mackey, Simu Liu û Michael Cera.

Filmê Oppenheimer - 2023
Derhêner: Christopher Nolan
Berhemdan: Universal Pictures
Lîstekvan: Cillian Murphy, Matt Damon, Florence Pugh, Robert Downey Jr., Emily Blunt, Rami Malek

Barbie û Oppenheimer, şepolek ji geşbînîya da sînema Hollywoodê û hêvî vegrand ku hîn hezkiriyên sînema hene, tevî zor û zehmetiyên rewşa aborî, çer û guherîna keşûhewayê, lê huner bi awayekî din giyanê mirovan aram û şad dike.

XS
SM
MD
LG