Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emîna Hisên: Jiber Korona Barcelona Bûye Bajarekî Vala û Mirî


Welatê Spaniya qurbaniyek mezin da ji ber vîrosa korona û ziyanek mezin jî gihişt milet û abûriya wê.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnemevana kurd Emîna Hisên re kir , ku bi xwe li Barselona dijî, da ku zaneyariyên bêtir li ser rewşa Spaniya û şerê wê bi Korona re nas bike.

Rojnamevan Emîna anî ziman, ku ji ber metirsiya vîrosa Korona bajarê Barselona vala bûye û bûye bajarekî mirî piştî ku bengeh serekî bû ji geştyariya cîhanê re.

Her wiha jî wê got ,ku hikûmeta Spanî sûcdar e bo vê qeyranê, ji ber ku tu parastin û amadekarî nekiribû di destpêka vê nexweşiyê de.

Wekî din jî wê got ku jiyan li Spaniya rawestiya ye û abûriya wê di astengîk mezin de derbas dibe .

Hevpeyvîna Emîna Hisên-4-7-2020-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:06 0:00


XS
SM
MD
LG