Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berhem Salih bi Fermî Berbijarîya Xwe bo Serokomarîyê Radigihîne


Dr. Barham Salih Serokomarê Îraqê û Berbijarê Serokomariyê
Dr. Barham Salih Serokomarê Îraqê û Berbijarê Serokomariyê

Îro Sêşemê serokomarî Îraqê Dr. Berhem Salih bi rêya peymeke videoyê berbijarîya xwe ya serokomariya Îraqê ragihand.

Salih di twîteke taybet de got ku ew xwe ji bo postê serokomariyê radigihîne.

"Berpirsyariyek dîrokî kar dikeve ser milên me…di dewreya nû ya parlemenê de weha tê çaverê kirin ku parlemenek azad û nimûneyî û rastîn be, derbirînê ji îrade û daxwazên gel dike, li ser rêya girbestek siyasî û civakî ya nû."

Berhem Salih di gotara xwe de bal kişand ser qonaxa niha ya hestiyar di dîroka Îraqê û rolê berpirsyariyê û got, di vê dema dîrokî de ku welatê me li hember arêşeyên cidî ye xwe ji bo berbijariya serokomariya Îraqê radigihînim.

Salih bal kişand ser kar û xebata xwe ya di salên borî de weke serokomarê Îraqê, kanê wî çi kar encam dane û got ku wî Îraqê li pêşiya her tiştî liber çav girtîye, bi hemû pêkahteyan ve, kurd, Ereb, Turkman, Mesîhî, Şebek, Êzidî û Sabîaa.

Îraqek ku dadwer be bo hemî welatiyên xwe û wan bihêz bike û ciyê xwe yê dîrokî li herêmê û cîhanê vegerîne.
Salih bang li endamên nû yên parlemenê kir û got ku gel hûn di hiblijartinên pêşwext de hilbijartine weke bersivdanek bo tevgera millî ya xortan ya hişyar, ku ji encama hestpêkirina bi stemkariyê peyda bû jibo ava kirina desthilatek saxlem.

Ji hejî bîrxistinê ye ku weke kevneşopiyeke desthilatdariya li Îraqê piştî herifandina rejîma Îraqê, serokwezîr para pirraniya pêkhateya Şîa mezhebe li îraqî, serok parlemento jî para suniyên Ereb û serokomarî ji para Kurdan, heta niha sê kurdan postê serokomariyê wergirtîye û her carê jî para Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNKê bû, lê di vê dewrê de Partî Demokratî Kurdistan PDK berbijarê xwe yê serokomariyê destnîşan kirîye.

Hatiye plan kirin ku roja 7ê mehê di parlemenê de dê hilbijartina serokomar pêk bê, dihêt payîn ku vê carê hevrikiya jibo serokomariyê di navbera PDK û YNK de bihêz be.

XS
SM
MD
LG