Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroya Dîyarbekir Derheqa Rojnamevanên Tirk de Doz Vekir


Serokê Baroya Dîyarbekirê M. Emîn Aktar
Serokê Baroya Dîyarbekirê M. Emîn Aktar

Baroya Dîyarbekirê derheqa rojnamevanên Tirk yên ku di derbarê mexdurên erdhejê de gotinên nîjadperestî bikar anîbûn, doz vekir.

Serokê Baroya Dîyarbekirê M. Emîn Aktar da zanîn ku gelê Tirkîyê jiber erdhejê xemgîn e, lê li hember felaketa xwezayê divê herkes bi hestên mirovahî bilivin. Serokê Baroya Dîyarbekirê dîyar kir, divê li hember bûyeran kî dibe bila bibe, nasname, ziman, netew û ola kesên ku mexdur in, bê ferq herkes alîkarî bikin.

Emîn Aktar got, “me dît ku li çar alîyê Tirkîyê gelek kes hatin hewara Wan’ê, lê mixabin hinek kes ku bi axaftinên xwe yên nîjadperestî di nav gel de tovên neyartîyê direşînin ku ev helwesta wan dibe egera êrîş û tevgerên nîjadperestî.”

M. Emîn Aktar destnîşan kir ku li hember helwestên wan kesên ku dibin egera êrîşên nîjadperestî, li ser navê Baroya Dîyarbekirê derheqa rojnamevan Muge Anli de doz vekirine.

Cemîyeta Rojnamevanên Başurê Rojhilatê jî li hemberê daxuyanîya rojnamevana kanala ATV’ye Muge Anli de daxuyanîya ragihandinê da û destnîşan kir ku ev helwest ne li gorî etîka rojnamevanîyê ye.

Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku, divê rojnamevan bibin dengê aşitî û dostanî ye.

Kerem kin bi lînka "Guhdarî Kirin" a jorîn guhdarîya vê raportê bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG