Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barrack û Fîdan Li Enqerê Kom Dibin

Tom Barrack û Hakan Fîdan. Wêne: Wezareta Derve ya Tirkîyê.
Tom Barrack û Hakan Fîdan. Wêne: Wezareta Derve ya Tirkîyê.

Balyozê Amerîka li Tirkîyê Tom Barrack îro Çarşemê behsa civîna xwe ligel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan kir.

Barrack li ser platforma X'ê got, "Ez wezîr Fîdan spas dikim ji bo nîqaşa berhemdar û rastgoyane li Enqerê.”

Barrack do Sêşemê bi Fîdan re kom bûbû.

“Amerîka hevkarîya me ya xurt bi Tirkîyê re bilind dinirxîne û pêgir e bi karkirina bi hev re ji bo pêşxistina aramîya herêmî û çareserkirina pirsgirêkên hevpar, di nav de jî hewldanên me yên berdewam li Sûrîyê,” Barrack got.

Barrack, ku herwiha şanderê Amerîka ji bo Sûrîyê ye, berî çend rojan bang li cîranên Sûrîyê û civaka navneteweyî kiribû ku piştgirîya Sûrîyayeke serwer û yekgirtî bikin.

Wî gotibû ku "tundûtûjî li Sûrîyê metirsîya têkbirina pêşketina ku ji hilweşîna rejîma Esed ve hatî bidestxistin derdixe pêş û destêwerdana derveyî vedixwîne ku xizmeta berjewendîyên ti alîyekî nake.”

XS
SM
MD
LG