Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barrack: Hevalbendîya 'Bihêz' a Amerîka û Tirkîyê bi Berdewamî Destkeftan Bidest Dixîne

Balyozê Amerîkayê li Tirkîyê û Nûnerê Taybet bo Sûrîye û Îraqê, Tom Barrack hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Tirkîyê wekî berhemdar binav kir û tekezî li ser hêza hevalbendîya Amerîka û Tirkîyê kir.

Wezareta Derve ya Tirkîyê roja Înê ragihand ku Hakan Fîdan li Enqerê pêşwazîya Barack kiriye, lê li ser naveroka hevdîtinê ti hûrgilî neda.

Barack li ser platforma X'ê got ku hevdîtina "berhemdar" berî destpêkirina 36'emîn hilcivîna NATO'yê bû.

Barack got, "Wekî hevalbendeke bihêz bi gelek armancên hevbeş, hevkarîya Amerîka-Tirkîyê berdewam dike ku encaman bidest bixe."

Biryar e 36'emîn hilcivîna NATO'yê 7 û 8'ê Tîrmehê li Enqerê were lidarxistin û tê pêşbînîkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump jî beşdar bibe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG