Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Îsraîlê li Sûrîyê, Barack Banga Domandina Diyalogê Dike

Balyozê Amerîka li Tirkîyê û Nûnerê Taybet bo Sûrîyê, Tom Barrack, biryara Îsraîlê ya pêkanîna êrîşeke esmanî li Sûrîyê bê agahdarkirina pêşwext rexne kir.

Dîplomatê Amerîkî got ku ev bûyer astengîyek e di hewldanên ji bo avakirina bawerîyê di navbera Îsraîl, Tirkîye û Sûrîyê de.

Di hevpeyvînekê de roja Înê ligel televizyona PBS, Barrack got ku rêveberîya Serok Donald Trump dixwaze welatên herêmê berpirsiyarîya zêdetir ji bo ewlehîya xwe bistînin, di heman demê de girjîyê kêm bikin û ji “çalakîyên leşkerî yên ji nişka ve” dûr bikevin.

Balyozê Amerîkî diyar kir Îsraîl gelek caran fikarên xwe li ser çalakîyên leşkerî yên Tirkiye û Sûrîyê li nêzîkî sînorê xwe ragihandibû, lê wî got ku ew nakokî di rêya kanalan dîplomatîk de dihat çareserkirin.

Li gor Barrack, karbidestên Sûrîyê bi rêya kanalên nerasterast ji Îsraîlê re piştrast kiribûn ku li cihê ku bû armanca êrîşê, ne leşkerên Tirkîyê, ne karwanên leşkerî û ne jî çekên êrîşkar hebûn.

Lê Barrack got ku Îsraîlê ew bingeha leşkerî ya bakurê Sûrîyê bombebaran kir, bêyî ku Tirkîyê agahdar bike û ev yek dikaribû metirsîyeke mezin ji bo pevçûneke berfirehtir derxîne holê.

Balyoz Barrack anî ziman ku ew fikarên ewlehîyê yên Îsraîlê ji ber hebûna leşkerî ya Tirkîyê li Sûrîyê fêm dike. Lê wî got divê ev fikar bi rêya danûstandinên rasterast an jî kanalên nerasterast bên çareserkirin, ne bi çalakîyên leşkerî yên yekalî.

Wî ev bûyer wekî paşveçûneke demkî binav kir û bang li hemû alîyan kir ku vegerin ser maseya danûstandinê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG