Nûnerê Amerîkayê bo Sûrîyê Tom Barrack ragihand ku rêkeftina di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûrîyê de qonaxeke dîrokî bo welêt nîşan dide.
"Ragihandina îro ya rêkeftina berfireh di navbera hikûmeta Sûrî û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de qonaxeke girîng û dîrokî di rêya Sûrî de ber bi lihevhatina neteweyî, yekrêzî û aramiya mayînde nîşan dide," wî îro Înê di postekê de li ser platforma X'ê got.
Barrack got di heman demê de balyozê Amerîka li Tirkîyê ye, got: "Ev gava ku bi baldarî hatiye danûstandin, li ser çarçoveyên berê û hewldanên vê dawîyê ji bo kêmkirina alozîyê, dilsozîya hevpar ji bo tevlîbûnê, rêzgirtina hevbeş û rûmeta komkar ya hemû civakên Sûrîyê nîşan dide."
Diplpomatê Amerîkayî di dirêjahîya daxuyanîya xwe de got: "Ji bo hikûmeta Sûrîyê, ev peyman pabendbûneke xurt ji bo hevkarîya niştimanî ya rastîn û rêvebirina berfireh nîşan dide. Bi destûrdayîna tevlîbûna hêdî hêdî ya sazîyên leşkerî, ewlekarî û rêvebirî di nav sazîyên dewleteke yekbûyî de - di heman demê de derfetê dide nûnerên payebilind yên HSDê ku di astên bilind de beşdar bibin - ew hizira ku hêza Sûrîyê ji hembêzkirina cihêrengîyê û pêkanîna daxwazên rewa yên hemû gelê wê tê. Ev nêzîkahî ne tenê serwerîya li seranserê welêt xurt dike, lê di heman demê de ji civaka navneteweyî re nîşaneke zelal ya vekirin û dadperwerîyê dişîne."
Barrack herwiha da zanîn ku, "Ji bo gelê Kurd, ku fedakarîyên wan yên berçav û berxwedana wan ya bêhempa di parastina Sûrîyê li dijî tundrêbûnê û parastina civakên bêhêz de girîng e, ev kêlîk bi taybetî girîng e. Biryarnameya Serokkomarîyê ya hejmar 13, ku hemwelatîya Sûrî ya tevahî vegerîne ji bo kesên ku berê ji wan hatibû standin, Kurdî wek zimanekî niştimanî ligel Erebî nas dike, destûr dide hînkirina wê li cihê ku pêwîst e, û parastina li dijî cudakarîyê pêk tîne, nûnertîya gaveke mezin ber bi wekhevî û tevlîbûnê ve dike. Ev tedbîr neheqîyên demdirêj çareser dikin, rola bingehîn ya Kurdan di nav Sûrîyê de piştrast dikin, û derfetan diafirînin ji bo beşdarbûna wan bi tevahî di avakirina siberojeke ewle, dewlemend û berfireh de."
Balyoz Barrack got ku ev pêşketin ji bo jinûve avakirina sazîyan û vegerandina bawerîyê rêkê xweş dikin, heta ku Sûrîyê bibe cihê hêvî û aramîyê.