Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tom Barrack: Veguhestina li Sûrîyê di Qonaxeke Girîng de Berdewam Dike

Tom Barrack şanderê taybet yê Serok Trump li Sûriyê û balyozê Amerîkayê li Tirkiyê
Tom Barrack şanderê taybet yê Serok Trump li Sûriyê û balyozê Amerîkayê li Tirkiyê

Şanderê taybet ê serokê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack îro Yekşemê careke din proseya qonaxa veguhêz li Sûrîyê bi giringî nirxand û bal kişand ser peywendîya Şamê û Hêzên Sûrîya Demokratîk(HSD).

Tom Barrack li ser platforma X’ê go, “ Veguhestina dîrokî ya li Sûrîyê di qonaxeke nû û girîng de berdewam dike.”

Wî anî ziman ku, “Têkilîya domdar a di navbera Şam û HSD’ê de girîngîya diyaloga avaker û pêgirîya hevbeş a bi Sûrîyayeke aram, aştîyane û yekgirtî ji bo hemû gelê wê nîşan dide.”

Dîplomatê Amerîkî yê ku her wiha balyozê Amrîkayê ye li Tîrkîyê, nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Sûrîyê (SANA) li ser X’ê parve kir ku tê de hikûmeta Sûrîyê azadkirina 232 girtîyên girêdayê HSDê li Hesekê radigihîne.

Doseya dîl û girtîyên HSD’ê di van demê dawî de bûye cihê alozîyan li herêmê û kesûnasên dîl û girtîyan berdewamîya girtina wan protesto dikin û wan gelek xwepêşandan li herêmên Kurdan kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG