Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tom Barrack Pêşwazîya Girtina “Kujerê Tedamon”ê li Sûrîyê Dike

U.S. Ambassador to Turkey Syria Tom Barrack was named special envoy to Syria by President Donald Trump.
U.S. Ambassador to Turkey Syria Tom Barrack was named special envoy to Syria by President Donald Trump.

Nûnerê Taybet yê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack îro Înê pêşwazîya girtina Emced Yûsif ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê ve kir, ku bi navê “Kujerê Tedamon”ê tê nasîn û berpirsîyare ji kiryarên hovane li dijî sivîlên Sûrîyê.

Tom Barrack li ser platforma X'ê ragihand ku, “Ev girtin gaveke xurt û cidî ye ji bo rêgirtina derbasbûna ji berpirsîyarîyê û cezakirinê û ew mînakeke ji modela nû ya dadwerîyê li Sûrîye piştî rakirna Esed ji holê.”

Barrack herwiha got, “Ev nimûneyeke ji bo serwerîya qanûn, aştîbûna neteweyî û sepandina wekhevîyê.”

Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê îro Înê girtina Emced Yûsif, gumanbarê sereke yê komkujîya sala 2013an a li taxa Tedamon a Şamê ragihand.

Ev gumanbar berpirs e di ber kuştin a dehan kesên bêguneh de ku di lêkolinên navneteweyî de hate belgekirin.

Komkujîya Tedamonê di 16ê Nîsana 2013an de li taxa Tedamon a başûrê Şamê, bûbû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG