Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tom Barrack: Derfetên li Sûrîyê Sozên Pêşketinên Cûreyî Nîşan Didin

The United States Ambassador to the Republic of Türkiye and Special Envoy for Syria Tom Barrack (L) meets Syrian President Ahmed al-Sharaa in Damascus, May 29, 2025.
The United States Ambassador to the Republic of Türkiye and Special Envoy for Syria Tom Barrack (L) meets Syrian President Ahmed al-Sharaa in Damascus, May 29, 2025.

Şandîyê taybet ê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack îro li ser platforma X’ê pesna rewşa niha ya Sûrîyê da û got ku kombûna sala borî ya serok Donlad Trump li gel serok Ehmed Şeri’ rûpeleke nû ji bo Sûrîyê vekir.

Barrack, ku her wiha balyozê Amerîkayê li Tirkîyê ye, got, “Tenê salekê berê, civîna xeyalî ya serok Trump bi serok Ehmed Şeri’ re li Erebistana Siûdî serdemeke nû vekir: Ragihandina rakirina cezayan da ku "derfeteke mezinbûnê bide Sûrîyê."

Barrack got, “Ew nîşaneke wêrek û hêvîdar bû ji bo Sûrîyê û herêmê.”

“Di bin serokatîya serok Ehmed Şeri’ de û bi dîplomasîya dilsoz a Wezîrê Derve Es’ed Şîbanî, pêşketina ku hatiye bidestxistin berbiçav bûye,” Barrack got.

Dîplomatê Amerîkî anî ziman ku “Derfetên li pêş, soza pêşketineke berbiçav ji bo gelê Sûrîyê û aramîya mayînde didin.”

“Sûrîyê niha taqîgehek e ji bo hevrêzîyeke herêmî ya nû ya dîplomasîyê, entegrasyon û hêvîyê ji bo tevahîya herêmê,” Wî got.

Serokatîya Sûrîyê doh li ser platforma X’ê ragihand ku serokê wî welatî li Koşka gel a Şamê, pêşwazîya şandîyê taybet ê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack kirîye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG