Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barrack: Hemahengîya Amerîka û Sûrîyê Encamên Berçav Nîşan Dide

Şanderê Amerîka bo Sûrîyê Tom Barrack dibêje Serokê Amerîkayê Donald Trump soza xwe ya dana derfetê bo Sûrîyê bicih tîne.

Barrack, ku herwiha balyozê Amerîka li Tirkîyê ye, di postekê de ser platforma X'ê îro Çarşemê got: "Hesabê Banka Navendî ya Sûrîyê li cem Banka Navendî ya Amerîkayê li New York bo cara yekê ji 2011'an ve dîsa hate vekirin."

Diplomatê Amerîkayî herwiha got ku "pêşveçûn û kordînasyona mezin di navbera hikûmetên Sûrîye û Amerîkayê de encamên berçav nîşan didin."

Wezareta Xezîneya Amerîkayê roja Sêşemê ragihand ku ew "bixêrhatina ragihandina Banka Navendî ya Sûrîyê dike ku hesabê wê bi awayekî fermî li Banka Navendî ya Amerîkayê li New York dîsa hate vekirin."

Xezîneya Amerîkayî got ku ew ligel hikûmeta nû ya Sûrîyê kar dike ji bo Sûrîyê careke din vegerîne nav sîstema darayî ya cîhanî.

Ji destpêka şerê navnxweyî yê Sûrîyê sala 2011'an ve, Sûrîyê ji hemû sîstemên naventewî hatibû derxistin. Ew gav beşek bûn ji sizayên navnetewî li ser rejîma Sûrîyê ji ber tepeserkirina gelê Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG