Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqîna Kana Komirê ya li Tirkîyê Hejmara Qurbanîyan Giheşt 41 Kesan


Dîmeneke ji qada bûyerê ya teqîna kana komirê ya li Tirkîyê, 14 Cotmeh,2022.
Dîmeneke ji qada bûyerê ya teqîna kana komirê ya li Tirkîyê, 14 Cotmeh,2022.

Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu îro Şemîyê dîyar kir ku hejmara kesên ku li Bartinê di encama teqîna kana komirê de canê xwe ji dest dane giheştîye 41 kesan.

Soylu da zanîn ku 58 ji 110 kesên ku di kanê de kar dikirin dema teqîn qewimî ji aliyê tîm ve hatin rizgarkirin yan jî bi xwe derketin.


"Hê li wir şewat didome, karkerên kanê û tîmên rizgarkirinê bo birayên xwe li wir nehêlin fedakarîyên mezin kirin," Soylu got.

Soylu got ku 10 karkerên kanê li nexweşxaneyên Bartin û Stenbolê têne derman kirin û yek karker jî ji nexweşxaneyê derketiye.

Wezîrê Enerjîyê Fatîh Donmez jî ragihand ku şewata di kanê de bi giranî hatiye vemirandin lê piştî bûyera ku 350 metre di bin erdê de pêk hat, xebatên vemirandina agir û sarkirinê didomin.

Karbidestan dîyar kirin ku dozgerên Tirk derbarê sedema bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin, lê nîşanên destpêkê didin xuyakirin ku teqîn ji ber tîrêjên agir pêk hatiye, ku jiber teqîna gaza metanê ya di kanên komirê de diqewime. (teqîna grîzûyê)

Li navçeya Amasra ya bajarê Bartin ya Tirkîyê do şeva Înê di kana komirê de teqîneke rûda , dema ku 110 karker li hindur û binê erdê dixebitîn.

XS
SM
MD
LG