Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro Înê li Hewlêrê ligel fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kom bû.
Di civînê de besha rewşa Rojava û bicihanîna rêkeftina di navbera hikûmeta demkî ya Sûrîyê û HSD'ê hate kirin, li gor daxuyanîyeke Baregeha Barzanî.
Barzanî daxwaz kir ku herdu alî pêgirî bicihanîna xalên rêkeftinê bin û herwiha hemahengî di navbera hemû alîyan de hebe, da ku di qonaxên bê û di destûra Sûrî de mafên gelê Kurd parastî bin, daxuyanîyê da zanîn.
Her li Hewlêrê, fermandarê HSD'ê ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û şanda ligel wî kom bû. Barrot li Herêma Kurdistanê ligel Barzanî û karbidestên payebilind yê hikûmeta Herêmê jî civîya.
Ji bilî mijarên din yên girêdayî Herêma Kurdistan û Îraqê, Barrot mijara Rojava û Sûrîyê jî ligel karbidestên Herêmê gotûbêj kir.