Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê li Qesira Seroktîya Azerbaycanê li Baku bi Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev re hevdîtinek kir.
Malpera Seroktîya Herêma Kurdistanê ragihand ku Barzanî û Alîyev hevdîtineke dostane kiriye û her du serok ser xurtkirina peywendîyên dualî yên Azerbaycanê bi Îraq û Herêma Kurdistanê hevbîr bûne.
Malperê ragihand ku Barzanî û Alîyev bi taybet di warê aborî, bazirganî, turîzm û enerjîyê de, xurtkirina peywendîyan gotûbêj kirine.
"Her du serok bal kişand ser derfetên berhemkarîya kompanîyên Azerbaycanî li Herêma Kurdistanê û tevahîya Îraqê. Barzanî û Alîyev herwiha ser girîngîya vekirina konsulxaneya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê hevbîr bûn. Her du rêber bo destpêkirina firînên rasterast yên di navbera Hewlêr û Baku û di Bexda û heremên din yên Îraqê, hewlên berdewam gotûbêj kirin."
Malpera Seroktîya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku Serok Nêçîrvan Barzanî bi berpirsê karûbarên balyozxaneya Îraqê ya li Baku ligel şandeyên her du alîyan re jî civîye.
Di wê hevdîtinê de rêkên peywendîyên di navbera her du alîyan de û pêyvajoya şopandina pêşnîyarên ji civîna her du alîyan hate nirxandin.
Jêder: Malpera Seroktîya Herêma Kurdistana Îraqê