Serorkê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî îro Şemîyê li Hewlêrê civînek ligel Tom Barrack, Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê bo Sûriyê û karbidestên Kurdên Sûrîyê lidar xist.
Baregeha Barzanî ragihand ku di civînê de pêşhatên herî dawî yên li Sûrîyê hatin gotûbêjkirin.
Ji bilî Barrack û fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, General Kevin Lambert, Fermandarê Hêzên Amerîka li Sûrîyê, Kolonel Zachary Cork, Îlham Ehmed, Seroka Peywendîyên Derve li Rêvebirîya Xweser, û Mihemed Îsmaîl, Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) amade bûn.
Barzanî di kombûnê de tekezî li ser girîngîya karê ber bi anîna astîyê û rêgirtina li tundûtûjîya di vê rewşa niha de kir. Wî herwia tekezî li ser pêwîstîya diyalog, aramî û bihevre jiyanê li Sûrîyê kir.
Barrack, ku di heman demê de balyozê Amerîka li Tirkîyê ye, li ser zarê Amerîka sipasîya Barzanî kir bo piştgirîya wî ya berdewam, li gor daxuyanîya Baregeha Barzanî.
Beşdarên civînê behsa gavên praktîkî kirin ji bo aramkirina rewşa li Sûrîyê, lê daxuyanîya Baregeha Barzanî ti hûrgilîyên din neda.
Ev civîn di demekê de tê ku şer û pevçûn li hinek deverên rojhilatê Helebê û Reqayê didomin, tevî ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk ya vekêşana şervanên wê ji deverên Dêr Hafir û Meskenê.