Bo roja Duyan Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexda hevdîtnan bi berpirsên Îraqê re didomîne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hesaba xwe ya Xê de Îro, Yeşemê 24ê Gulanê got, "Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Bexdayê bi Qasim El-E’racî, Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Îraqê re civiya."
Di hevdîtinê de, Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Îraqê girîngiya serdana Serokwezîr bo Bexdayê destnîşan kir û diyar kir ku ew bi Herêma Kurdistanê serbilind in, ku hewl û qurbanîyên mezin dane û di avakirina pergala siyasî ya heyî ya Îraqê de roleke zelal lîstine.
Di civînê de herwiha "piştgiriya herdu aliyan ji bo hewlên hikûmeta nû ya federal, ji bo dabînkirina xizmetguzariyek wekhev ji bo hemû pêkhateyan û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha rêzgirtina ji bo destûr, sîstema federal û hebûna destûrî ya Herêma Kurdistanê, hat piştrastkirin."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî, spasîya Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Îraqê kir ji bo rola wî ya girîng di parastina ewlehî û aramîya Îraqê de û ji bo piştgirîya wî ya mafên rewa yên gelê Kurdistanê.
Herdu alî li ser piştgirîya hikûmeta federal a nû li hev kir da ku bê cudahî xizmeta hemû pêkhateyan bike û pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re, li ser bingeha rêzgirtina ji bo destûr û sîstema federal hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike.
Barzanî di berdewamîya civîn û gotûbêjên xwe yên li Bexdayê de, îro Yekşemê bi Serwokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê Hevpeymanîya Avakirin û Geşepêdanê Mihemed Şîa' Sûdanî re civiya.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Mesrûr Barzanî, îro dîsan bi Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymanîya Dewleta Yasayê re civîya.
Herdu alî li ser xebata hevbeş di rûbirûbûna pirsgirêkan, parastin û pêşvebirina pêvajoya siyasî de, û hikûmetek ku yeksanî û parastina mafên hemû pêkhateyan bê cudahî biparêze li hev kirin.
Herwiha derbarê pirsên nakokbar yên di navbera hikûmeta Bexda û hikûmeta Hewlêrê de danûstandin encam dan.
Ji hejî gotinê ye ku duh Şemîyê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşt paytexta fedral Bexdayê û dîdar ligel Serokokwezîrê nû Alî Zeydî û hejmarek berpirsên hikûmetê û alîyên siyasî yên Îraqê hevdîtin pêk anîn.