Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bogdanov Serdana Herêma Kurdistanê Dike û li Gel Serokê Herêmê Kom Dibe


 Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov û Nîçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov û Nîçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê

Nûnerê Taybet yê Serokê Rûsyayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê wî welatî Mikhail Bogdanov û şandeke pê re serdana Herêma Kurdistana Îraqê kir û li gel serokê Herêmê Nêçîrvan Baraznî kom bû.


Di hesaba xwe ya fermî ya X'ê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew ligel Mikhail Bogdanov û şanda pê re kom bûne.

Malpera fermî ya Seroktiya Herêmê dibêje, her du alî li ser pêşxistina peywendiyên Rûsya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, weberhênanên Rûsya li Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navbîn gotûbêj kirin.


Barzanî amaje bi hebûn û rola kompaniyên rûsî li Herêma Kurdistanê da, bi taybetî di warê hevkariya enerjîyê da. Her wiha spasiya Rûsyayê jî kir ku di rojên dijwar de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gur daxuyaniya ku di malpera fermî ya seroktiya Herêma Kurdistanê de hatî weşandin, her du alî li ser giringiya parastina aramî û seqamgîriyê li Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hemfikir bûn û herwiha behsa encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kirin.


Di civîna dualî de wan piştgiriya xwe ji bo aştî û aramiya Sûriyê nîşan dan û tekezî li ser parastina mafên kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyê kirin. Herwiha bal kişandin ser metirsiya DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyê û tekezî li ser giringiya rêgirtin li vejandina wê kirin.

XS
SM
MD
LG