Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Sêşemê civîneke hevbeş ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê, Tom Barrack, û fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk Mezlûm Ebdî kom bû.
Di civînê de alîyan li ser pêşketinên dawî yên Sûrîyê û herêmê nêrînên xwe lihevguhertin û gotûbêj kirin.
Barzanî li ser platforma X'ê got: "Bi kêfxweşî min îro civîneke hevbeş ligel General Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Serokatîya Amerîkayê Tom Barrack li dar xist."
Wî herwiha diyar kir ku "Di civîna hevbeş de girîngî bi berdewamîya diyalogê, hevrêzî û hewildanên hevbeş ji bo parastina aramî û ewlehîyê li herêmê, herweha piştgirîkirina çareserîyên aştîyane, hate dayîn."
Li alîyekî din, Barrack civînek ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk anî. Di çarçoveya serdana xwe ya bo Hewlêrê de, ew herwiha ligel Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kom bûn.
Barrack got: "Gotûbêjên me li ser derfetên girîng di warê enerjî, aborî û rêkên pêşve di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûn."
Nûnerê Serok Trump herwiha ligel Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî kom bû.
Barrack da zanîn ku wan di civînê de "berjwendîyên me yên hevbeş ji bo avakirina hevparîyeke bihêz û sûdmend di navbera Amerîka û Îraqê de hate gotûbêjkirin, di nav de jî bi rîya dostanîya me ya dayîmî ligel Herêma Kurdistana Îraqê."