Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hakan Fîdan Peyama Newrozê ji Nêçîrvan Barzanî re Dişîne

Arşîv: Serokê Herêma Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan
Arşîv: Serokê Herêma Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan

Malpera fermî ya Serokatîya Herêma Kurdistanê îro Yekşemê ragihand ku "Serok Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahîyê ji Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan bi boneya cejna Newrozê wergirt."

Di daxuyanîya Serokatîya Herêmê de hatîye ku "Fîdan pîrozbahîyên xwe yên germ pêşkêş kirin û Newroz wekî sembola qencî û hêvîyê û cureyek çandî ya hevpar a sereke li herêmê bi nav kir. Her wiha hêvî kir ku Newroz dostanîyê, yekîtî û nirxên hevpar xurt bike û biparêze."

Di peyama xwe de, Wezîrê Derve yê Tirkîyê behsa rewşa heyî ya li herêmê kir, ku bi pirsgirêkên zêde re rû bi rû ye, û hêvî kir ku ev cejn aştî û aramîyê ji bo hemû mirovahîyê bîne.

Li gor daxuyanîya Serokatîya Herêmê "Di dawîya peyama xwe de, Wezîrê Derve yê Tirkîyê silavên xwe yên dilsoz ji Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê re pêşkêş kir û ji wan re salek tijî aştî û serfirazî xwest."

XS
SM
MD
LG