Peyamnêrê Axios Barak Ravid di raporteke taybet de dinivîse ku rêveberîya Donald Trump bi dizî hewl daye ku di dema danûstandinên Amerîka û Îranê de bi serokatîya Pasdarên Şoreşê re têkilîyeke rasterast deyne, hewldaneke ku bi rêya Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin.
Li gorî Ravid, di nîva meha Gulana borî de, danûstandinkarên Amerîkî yên ku hewil didan bi Îranê re bigihêjin rêkeftinekê ji bo bidawîkirina şer rastî pirsgirêkek cidî hatin: Ew nekarîn piştrast bin ka rayedarên Îranî yên ku di danûstandinan de amade bûn bi rastî xwediyê desthilatê ne ku li ser navê rêberên bihêz ên Pasdarên Şoreşê biryar bidin.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, rayedarên rêveberîya Trump hewl dan ku rasterast bi serokatîya Pasdarên Şoreşê re têkilî deynin ji bo wan têkilyên nihênî serî li Nêçîrvan Barzanî dan.
Li gorî raporta Axios, di 10'ê Gulanê de, Rêvebira Îstîxbarata Neteweyî ya berê ya Amerîkayê Tulsi Gabbard telefona Barzanî kir û jê re got ku rêveberîya Trump bawer dike ku ew dikare bibe alîkar.
Li gorî çavkanîyên agahdar, Gabbard rave kir ku ev bang bi razîbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Cîgirê Serok JD Vance hatiye kirin
Di raportê de hat gotin ku di bersiva daxwaza Amerîkayê de, Barzanî rijd e ku ew dixwaze rasterast bi fermandarê pasdrên Îranê Ehmed Wehîdî re biaxive.
Axios nivîsand ku alîyê Îranî bi vê daxwazê razî bûye û di 14'ê Gulanê de, rayedarekî Pasdanên Şoreşê bi telefona şîfrekirî çûye ofîsa Barzanî li Hewlêrê da ku di navbera xwe û Wehîdî de danûstendinek ewledar saz bike.
Di raporê de tê destnîşankirin ku Barzanî ji Wehîdî pirsî ka ew bi danûstandinkarên Îranî û helwestên wan re ye. Li gorî çavkaniyek ku derabrê mijarê agahdar e, WWehhîdî bersiv da û got ku ew piştgirîyê dide danûstandkaran û helwesta Pasdarên Şoreşê ew e ku krîz bi rêya danûstandinan çareser bibe.
Sê çavkanîyan, di nav de rayedarekî Koşka Spî, ji Axios re gotine ku Barzanî di cih de piştî axaftinê telefoa Gabbard kiriye û bersiva Wehîdî ji wan re ragihandiye. Gabbard jî Koşka Spî agahdar kiriye.
Li gorî Ravid, piştî wergirtina bersiva Îranê, rêveberîya Trump pêşniyarek din kiriye, ew jî ew bû ku; ji Barzanî xwestîye ku li Hewlêrê hevdîtinên nihênî di navbera danûstandkarên payebilind ên Amerîkî û Îranî de encam bide.
Barzanî dîsa bi aliyê Îranî re têkilî danî û pêşniyara xwe ji wan re ragihandiye.
Dengê Amerîkayê ji alîyê xwe ve nikarî naveroka raporta Axios piştrast bike, û heta amadekirina vê raportê ne Serokatîya Herêma Kurdistanê û Ofisa Nêçîrvan Barzanî, ne jî Rêveberîya Amerîkayê tiştek derbarê îdîayên di raporta Axios de hatine ranegihandîye.