Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Di Salvegera Kobanîyê ya Têkşikandina Terorîstan de Silav li Şervan Û Pêşmergeyan

Mesûd Barzanî, serokî Partîya Demokrata Kurdistanê
Mesûd Barzanî, serokî Partîya Demokrata Kurdistanê

Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di bîranîna rizgarkirina bajarê Kobanîyê de, peyamek weşand û silav ji şervan û pêşmerygeyên ku çekdarên Daişê jinavbirin û bajar bi hevkariya hêzên navnetewî û alîkarîya lojistîk a Amerîkayê rizgar kirin re şandin.

Barzanî li ser platforma X'ê got, “Silav li Şervan û Pêşmergeyên qehreman ên ku bi piştevanîya hevpeymanan bi berxwedaneke qehremanî nehişt Kobanîyê bikeve destê terorîstên Daişê û serkeftineke dîrokî di dîroka gelê Kurdidsanê de tomar kir.”

Barzanî di peyamê de dide zanîn ku serkeftina li Kobanîyê “serkeftina hemî gelê Kurdistanê bû, serkeftina mirovayetîyê bû bi ser teror û tarîyê de.”

Di salvegera rizgarkirina Kobanîyê de, û tevî dirêjkirina agirbesta heyî bo 15 rojan, hin raport behsa êrîşên grûpên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrîyê li gundewarên Kobanîyê dikin.

Heyva Sor a Kurdî doh Yekşemê ragihand ku nêzî 100 hezar koçber ji herêmên Şehba, Heleb, Reqa, Tebqa û gindewarên derdorê ji ber êrîşên grûpên çekdar ketine di bajarê Kobanîyê de û rewşeke karesat li bajêr berdewam dike.

Hikûmeta Sûrî berî du rojan ragihand bû ku wan agirbestek 15 rojî ragihandîye, lê HSD'ê dibêje, grûpên çekdar yên girêdayî Artêşa Erebî ya Sûrîyê pêgirîyê bi agirbestê nake û êrîşên xwe bo ser herêmê didomînin.

Doh Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke xwe de ji bo kenala Ronahî TV gotbû "Hêzên me pêgirî agirbestê ne, lê grûpên çekdar yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrî ne pêkir in."

Hikûmeta demkî jî dibêje HSD'ê hêzên wan li gundewarê Kobanîyê bi dronan dike armanc.

XS
SM
MD
LG