Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Barzanî Axaftineka Tilfizyonî Pêşkêş Dike


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî îro Yekşemê axaftineka tomarkirî belav kir û behsa gelek mijarên girêdayê rewşa niha ya herêma Kurdistanê kir.

Barzanî got:

“Di Şerê Daiş de, hemî aliyan piştgiriya Kurdan kir lê di dema pêwîst de her aliyek vegeriya ser berjewendiyên xwe yên taybet.”

Wî got:

“Me bawer dikir Bexda wefadariya me bike di şerê dijî Daişê de lê diyar bû ew tenê dixwazin şerê Daiş bi dawî bînin da êrîşî me bikin.”

Di derbarê referandumê de Barzanî anî ziman ku ew tenê bihane bû ji bo êrîşkirina Kurdan.

Wî got armanca refernadumê ne ragihandina rasterasta serxwebûnbê bû û “Eger mebesta me ragihandina yekser a serxwebûnê ba me dê di dema lawazbûna artêşa Îraqê kiriba.”

Barzanî tiştê li Kerkûkê bûyî wek îxanet binav kir û got:

“Me qet pêşbînî nedikir ku îxanet li Kerkûk bibe û xençer li Pêşmerge bê dayîn. Eger ew îxanet nebûya, niha dê rewş ne bi vî şêweyî bûya.”

Li dor helwesta Ameîka Barzanî got:

“Me pêşbînî nedikir ew kesên Amerîka wan wek terorîst bi nav dikin, bi tankên Amerîka êrîşî me bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Barzanî di nameyekê de doh Şemiyê ji Parlemanê daxwaz kiribû ku desthilatên wî di nava hikûmet, parleman û civata dadwerî de bên belavkirin.

Îro Yekşemê Parlemanê Yaseyek pesend kir li dor Nameya Barzanî.

XS
SM
MD
LG