Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Dema Şer û Çekan Derbas Bû


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî.

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê daxwaza bi dawî anîna şerê navbera Tirkîye û serhildayên Kurd dike.

Mesûd Barzanî roja Çarşemê bi televizyona TRT6 ya ser bi dewleta Tirkîyê re axivî, li demê ku TRT6’ê bo cara yekê dest bi weşana bi zaraveyê Soranî kir.

Birêz Barzanî mixabiniya xwe diyar kir beramberî mirina heşt leşkerên Tirk û 26 serhildayên Kurd di şer û pevçûnan de li nêzîkî sînorê Îraqê roja Sêşemê.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got ku dema şer û çekdan derbas bû.

XS
SM
MD
LG