Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemîyê li Munich a Almanyayê kombûnek ligel Senatorê Amerîka Lindsey Graham û şandeke Kongresa Amerîkayê pêk anî.
Di civînê de têkilîyên Amerîka bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û pêşxistina hevkarîya hevbeş di navbera herdu alîyan de mijara danustandinan bû, li gor daxuyanîyeke Serokatîya Herêma Kurdistanê. Ew hevdîtin di çarçoveya Kongeransa Ewlekarîyê ya Munichê de ye ku tê de serok û rêber ji seranserê cîhanê kom dibin.
Şanda Kongresa Amerîkayê helwesta Herêma Kurdistanê wekî faktoreke aramîyê li herêmê nirxand, li gor Serokatîya Herêmê.
Ji bilî Graham, Senatorê Demokrat Richard Blumenthal û hejmareke din ya senatoran beşdarî civîna ligel Barzanî bûn. Graham û Blumental bernivîsek bi navê Yasaya Parastina Kurdan berî dora du hefteyan anîn pêş Civata Senatoyê.
Li gor malpera Serokatîya Herêmê, şanda Amerîka tekezî li ser piştgirîya xwe ji bo Îraqê û parastina Herêma Kurdistanê kir, ligel çareserkirina alozîyên di navbera Hewlêr û Baxdayê de.
Di civînê de şanda Amerîkayî û Barzanî de rewşa Sûrîyê û Kurdan hate gotûbêjkirin. Derbarê vê mijarê, herdu alîyan tekezî li ser parastina mafên Kurdan û pêkhateyên din yên Sûrîyê di destûra welatekî yekgirtî de kir.