Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî ligel Papayê Vatîkan û Karbidestên Îtalyayê Kom Dibe

Barzanî û Papa Leo.
Barzanî û Papa Leo.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, roja Çarşemê li Vatîkanê ligel Papa Leo XIV hevdîtin pêk anî û li ser mijarên herêmî û cîhanî axivîn.

Ofîsa medyayê ya Serokatîya PDK'ê di daxuyanîyekê de got ku di civînê de pêşketinên li Rojhilata Navîn û pirsgirêkên navneteweyî yên berfirehtir hatine nîqaşkirin. Di civînê de du aliyan jî girîngiya "aştî, aramî û sivikkirina êşên civakên ku karîgeriya şeran li ser heye," tekez kirin.

Dema nûçegihana kenala Rûdawê ji Barzanî pirsî ku daxwaza wî ji Papa ji bo Kurdên Rojava çi bû, Barzanî got "Piştevanî... piştevanîya me bike bi hêza xwe ya moralî."

Di dema serdana xwe ya Îtlayê de Barzanî got ew bi wezîrê derve yê Îtlaya re rûniştîye û li ser mijarên cuda axivîne.


Ser pirsa têkilîya bi serokê Sûrîyê ye demkî Ewhmed Şeri’ û rewşa Rojava, Barzanî got "min jê re got hêvîdar im ku nebe şerê Kurd û Ereban, tepeserkirin çênebe û bi diyalogê her tişt çareser bibe."

Barzanî îro Çarşemê ligel şandeyekê ku ji Wezîrê Veguhestin û Ragihandinê yê Kurd Ano Cewher Ebdulmesih Abdoka, Balyoza Iraqê li Vatîkanê Emel Mûsa Husên û nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rezan Heme Salih pêk dihat.

Barzanî di demekê de serdana Îtalya dike ku rewş nava Sûrîyê li herêmên Kurdan aloz e û li ser sînorên Îraqê û Sûrîyê jî tevgerên leşkerî hene. Îraq sînorên xwe ewle dike ji ber tirs heye ku bi hezaran endamên Daiş’ê û komên çekdar yên tundrê bikevin di nav axa Îraqê de.

XS
SM
MD
LG