Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî: Biryara Dadgeha Federal ya Îraqê Sîyasî Ye


Serokê Berê yê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî dîyar kir ku biryara Dadgeha Federal ya Îraqê ya ser referandumê serxwebûnê ‘’sîyasî û yekalî ye’’

Dadgeha Federal ya Îraqê dabû zanîn ku referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê dijî qanûnê ye û divê encama wê were pûç kirin.

Barzanî dîyar kir ku Dadgeha Federal ya Îraqê berî qanûna bingehîn ya wî welatî, ku di sala 2005’an de hatibû pejirandin, hatiye damezirandin û divê li gor qanûnan jinûve were ava kirin.

Serokê berê da zanîn ku dadgeha federal ‘’sîyasî ye û biryarên wê ne bêalî ne’’

XS
SM
MD
LG