Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Barzanî Peyamek Taybet ser Kobanê Weşand


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrîşên DAÎŞ yên ser herêma Kobanê yê peyamek weşand.

Birêz Barzanî got divê Kurd arîşeyên xwe deynin alîyekî û bi hevre berevanî li şeref û jiyana hemwelatîyên Kobanê bikin.

"Êrîşên hovane yên DAÎŞ li ser xuşk û birayên me yên li Kobanê beşeke ji wê dijminkarîya terorîstan li dijî gelê Kurdistanê encam didin.

Hovitîya DAÎŞ ya ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê gefek e ser hemî gelê Kurdistanê û DAÎŞ şeref û nemana gelê me kiriye armanc.

Daxwaz ji hemî alîyên Kurdistanîyan dikim ku dev ji hemî kêşeyan berdin û bi hevre bergirî li ax û jîyana hemwelatîyên Kobanê bikin.

Ez daxwaz ji civaka navnetewî dikim ku di zûtirîn demê de rê li ber êrîşên DAÎŞ bigirin û Kobanê û gelê Rojavayê Kurdistanê ji destê terorîstan biparîzin.”

XS
SM
MD
LG