Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport:Başak Demirtaş Ji Ber Şaşiya Raporteke Pizîşkî Hatiye Cezakirin


Xanima Demirtaş Başak Demirtaş û Parvîn Buldan
Xanima Demirtaş Başak Demirtaş û Parvîn Buldan

Rojnameya Tirkiyê Cumhuriyet ragihand ku hevjîna hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş bi du sal û şeş meh zindan hatiye cezakirin li dor raporteke pizîşkî ya sexte.

Parêzerên Başak Demirtaş ya 44 salî, di daxuyaniyekê de got ew hatiye cezakirin bi sedema şaşiyekê di dema raporteke pizîşkî de ku pizîşkekî li Diyabekirê di sala 2015an de nivîsandibû, li gor rojnameya Cumhuriyet.

Selahattin Demirtaş, ku yek ji siyasetmedarên herî navdar yên Tirkiyê ye, bû nêzîkî pênc salan di zindanê de ye bi tawanên girêdayî terorê ku ew red dike.

Nûnerê Parlemana Ewrupî Nacho Sanchez Amor got diyare cezakirina wê ya ji ber şaşiyeke pizîşkî,“siyasî” ye.

Amor di twîtekê de got:

“Zindankirina 2.5 salan ji bo şaşiyeke nivîskî di raporteke pizîşkî de tiştekî metirsîdare. Ew gelekî siyasî diyare. Ew pîvaneke ji xemên li dor rewşa dadweriya Tirkiyê re.”

Başak Demirtaş niha azad e û li benda biryara dadgehê ye.

Parêzerên wê dibêjin şaşiyek di nivîsandina roja raportê de heye û ew bi hêsanî dikare were serastkirin bi riya taqîkirina li gel navenda xwecihî ya saxlemiyê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG