Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dogan: Ger Başak Demîrtaş Bixwaze Sîyasetê Bike Cîhê Wê DEM Partî Ye


Turkey Elections
Turkey Elections

Berdevika Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan got ku ger Başak Demîrtaş bixwaze sîyasetê bike cîhê wê bêguman partîya wan e.

Dogan dîyar kir ku Başak Demîrtaş hevkara wan e û bi bîr xist ku ew di hilbijartinên Gulana 2023yan de jî bi wan re xebitîye.

‘’Daxuyanîya hêja Başak Demîrtaş ya ser berbijarîyê wek tiştekî balkêş be tê nîqaş kirin. Ger rojekê bixwaze sîyasetê bike cîhê wê DEM Partî ye’’

Wê dîyar kir ku Başak Demîrtaş gotiye ku ji DEM Partî hîn ti pêşnîyar nehatiye, lê wê dîyar kiriye ku ger pêşnîyar were ew hazir e.

Başak Demîrtaş di rojên borî de gotibû ku ger gel bixwaze û DEM Partî jî erê bike ew dikare bibe berbijara bajaranîyê ya Stenbolê.

Berdevka DEM Partî Dogan dîyar kir ku Stenbol bajarekî girîng e û ew danûstandinên ser wî bajarî didomînin.

Dogan dîyar kir ku komîsyonên Partîya Gel ya Komarî (CHP) û û DEM Partî danûstandinan dikin, lê hîn ti encam çênebûye.

Di hilbijartinên 2019’an de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, li Stenbolê li hember desthilatê piştgirî dabû rikeberîyê.

Bajarvanîya Stenbolê sala 2019’an ket destê CHP’ê ku pisporên sîyasetê dibêjin wê di hilbijartinên 2024’an de jî dengên DEM Partî dîyarker bin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG