Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Sektora Petrolê Tê Xurt Kirin

Çendîn mehin kar jibo pêşxistina derbenda avî ya Khor al-Zubair tê kirin ku derbendek avî û deriyê giring yê bazirganî û hinartina petrola Îraqê ye li parêzgeha Basra ya başûrê Îraqê.

Khor al-Zubair ji aliyê hikûmeta Îraqê ve tê pêşxistin û beravên zêde yên rawistandina keştiyan tên çêkirin û taybetmendiya berhemê petrolê daye wî derbendî.

Khor al-Zubair Derbenda serekî û tekane ya Îraqê ye li ser ava Kendavê ku tenê li wêderê petrola Îraqê tê şandin û pêşwaziya keştiyên sotemeniyê dike.

Herwiha ew derbend pêşwaziyê li anîna û hinartina madên avakirinê, elektrîk û madê xwarinê dike, heta niha jî tenê yek berbihav heye jibo rawistandina barên xwarinê jibo wê hatîye terxan kirin.

Li derbenda Khor al-Zubair 11 berbihav-Resîfe jibo hinartina barên petrolê hatine terxan kirin, li wan berbihavan hem petrol tê şandin, hem jî pêşwazî li barên petrola sefandî yên weke banzîn û dîzilî tê kirin, ku bo pêdiviyên navxweyî tên bikar anîn.

Jibo ku derbend bihê berfireh kirin û hêza berhemanîn zêde bibe, niha 5 berbihavê-resîfên din tên amade kirin, zêdebarî berbihavek din ku pereyê wê bi deyin ji Japoniya hatiye wergirtin ew jî tê çêkirin.

Dîsan kar li ser kurkirina derbendê tê kirin û hêla boriyên nû tê çêkirin û dezgayên weha tên çêkirin ku bikare pêşwaziyê li keştiyên barî yên mezin bike.

Karbidestên derbenda Khor al-Zubair dibêjin, dahat û şiyanên wê ducarkî zêde bûne jiber ku bi şêweke giştî bo berhemê petrolê hatiye terxan kirin, ev jî dê bibe alîkar bo rewşa Îraqê ya ku di warê malî û aborî de di tengasiyê de ye dê bibe dahteke din.

Jiber rewşa aborî ya xerab, Îraq hewil dide çavkaniyên dahatên xwe pirrengî bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG