Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Derfirotina Petrolê ji Basra Giheşt Asta Rekor


Qadên neftê li Basra
Qadên neftê li Basra

Karbidestên Îraqî radigihînin ku derfirotina neftê ji Basra, bi awayê rekorî zêde bûye û di meha Berfanbarê de rojane 3.535 mîlyon barîl petrol hatiye firotin.

Karbidest didin zanîn ku di mehên Cotmeh û Mijdarê de rojane 3.5 mîlyon barîl dihate firotin û sedema zêdebûnê ew e ku Îraq hewil dide sekinandina petrolê ji Kerkûkê bi vê awayî balans bike.

Rekora berê di Berfanbara sala 2016an de hatibû şikandin û hîngê rojane 3.51 mîlyon baril dihatin firotin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Îraq, piştî Erebistana Saudî ku rojabe 4.8 mlyon barîl petrol derdixe, mezintirîn endama duyê ya Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê (OPEC) ye.

Li gor karbidestan, armanca Îraqê ew e ku hilberîna neftê bîne asta rojane 5 mîlyon barîl û Erebistana Saudî derbaz bike.

XS
SM
MD
LG