Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ilham Omar Ragihand ku Bavê Wê jiber Korona Miriye


Medya xwecîhî ya istana Minneapolisê ragihand ku bavê Ilhan Omar ya ku endama Demokrat ya Civata Nûneran e, jiber enfeksîyonên ji vîrusa korona jîyana xwe ji dest daye.

Nûnera eyaleta Minnesota Omar mirina bavê xwe ji Twitterê ragihand.

‘’Ez bi êş û kedereke giran ji bavê xwe xatir dixwazim. Peyv têra min û hezkirîyên bavê min nakin ku em wateya bavê min bêjin.’’ Omar nivîsî.

Li gor rojnameya Politico, Ilhan Omar û bavê wî Nur Mihemed Omar di sala 1995’an de, dema şerê navxweyî ya Somalî dom dikir, bi penaberî li Minneapolis ya Minnesota bi cîh bûn.

Omar, bi Raşîda Tlaib re di hilbijartinên mîdterm yên sala 2018’an de bo Kongresê hatibûn hilbijartin û bûbûn endamên Misilman yên pêşî li Civata Nûneran.

XS
SM
MD
LG