Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baxdadî Bang li Alîgiran Dike ku Operasyonên Leşkerî û Propoganda Zêde Bikin


Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya terorîst îro Duşemê peyemeke nû ya dengî belav kir ku tê de rêberê wê rêxistinê Ebubekir Baxdadî bang li şervan û alîgirên xwe dike ku operasyonên leşkerî û karê propoganda zêde bikin.

Tomara deng ku îro j hêla al-Furqan hatiye belav kirin, ji piştevanên DAIŞ’ê dixwaze ku misilmanên ku li zindan û kampên penaberan girtî ne, ji bîr nekin.

DAIŞ’ê demeke zûtur ya vê salê vîdyoyek weşandibû ku tê de mirovekî ku xwe wek Baxdadî dida nasîn, banga tolhildana hilweşandina xîlafetê dikir.

Karbidestên Amerîkî ser vê mesaja dengî heta niha ti daxuyanî nedayne.

XS
SM
MD
LG