Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên HSDê Gihan Çeperên Herî Dawiyê Yên Çekdarên DAIŞê


Hêzên Sûriya Demokrat roja Pêncşemê daxûyaniyek derbarê şerên dawiyê li Baxoz weşand. Daxûyanî dide zanîn ku hêzên wan pêşketine û gihane wan bingehên ku çekdarên DAIŞê li wir mabûn û şer dikirin.

Ofîsa ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat ya ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanî kirin dibêje, hêzên wan li çend xalên destnîşankirî çekdarên DAIŞê dorpêç kirine.

Daxûyaniya HSDê dibêje"Hêzên me li navenda herêma li jêr kontrola çekdarên DAIŞê de pêşketin bidest xistine, û hejmarek xalên nû destnîşan kirine, di wan pevçûnan de hejmarek terorîstên DAIŞê hatine kuştî dan û birîndar bûne".

Daxûyanî dide zanîn ku 15 tûndrêyên DAIŞê hatine kuştin dema dixwestin êrîşî Hêzên Sûriya Demokrat bikin.

HSD da zanîn ku ew gihane wan ciyên herî dawî û wan tonêlan yên ku çekdarên DAIŞê xwe hesar dabû û êrîşên xwekujî encam didan.

Daxûyaniyên HSDê tekez dikin ku çekdarên DAIŞê di bistikên xwe yên dawiyê de dijîn û têkbirina wan ya bi yekcarî gelek nêzîk bûye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku doh Çarşemê çekdarên DAIŞê yên naxwazin xwe radest bikin, du êrîşên hevdij anîbûn ser hêzên HSDê.

XS
SM
MD
LG